KÎ – LI KU DERÊ – ÇI? Agahiyên herî girîng ên li ser Wüste Welle’yê
1. Derbarê Me:
2. Tevlê Bibe
> Offener Sendeplatz (Dema Weşana Vekirî)
> Rêya ku diçe bernameya we bi xwe
3. Perwerdehî
Einführungsworkshop (Semînera Destpêkê)
> Internships û Bundesfreiwilligendienst (Xizmeta dilxwazî ya federal)
Wüste Welle li herêma Tübingen, Reutlingen û Rottenburgê platformeke medyayê ya serbixwe ye. Bernameyên me yên radyoyê, weke ku radyoyên taybet dikin, ji bo qezencê nayên weşandin. Wüste Welle guh nade rêjeyên guhdaran û li herêma me yekane radyoya ku (hema hema) 24 demjimêran bê reklam weşanê dike.
Li Wüste Welle’yê karên edîtoryal ne li ser bûhayê, lê ji hêla edîtorên dilsoz ve li ser bingehek rûmetî tê kirin. Zêdeyî 120 weşanger di demên xwe yên vala de bernameyên me yên radyoyê amade dikin. Armanca me ew e ku em guh bidin kom û perspektîfên ku ji aliyê civakî ve hatine marjînalîzekirin.
FREIES RADIO (RADYOYA AZAD Û SERBIXWE) = GEME INNÜTZIGER VEREIN (KOMELEYA BERJEWENDIYA GIŞTÎ)
Bi fermî, Wüste Welle Freies Radyo ye, ji ber vê yekê armanca kar û qezencê naşopîne e û komeleyek qeydkirî ya berjewendiya giştî ye.
Em him veqetandina frekansê û him jî veqetandina bingehê xwe ji Landesanstalt für Kommunikation Baden-Württemberg (LfK, Ofîsa Dewletê ya Ragihandinê ya Baden-Württemberg) distînin. Ev ji hêla beşek (pir piçûk) ya xercên weşanê ve tê fînanse kirin.
Lêbelê, fonên bingehîn ên ku em ji LFK’ê distînin ji bo xebata vekirî ya perwerdehiya medyayê û radyoyek ku projeyên cihêreng pêk tîne ne bes e.
TENÊ ENDAMÊN ME SERXWEBÛNA ME YA SIYASÎ PÊK TÎNIN
Fonên ku ji LfK’ê û ji projeyan tên stendin, her dem girêdayî şerd û mercên ku ji hêla fînansor ve têne destnîşan kirin. Wekî din, xercên endamtî û bexşên we serxwebûna me û bernameya me ya radyoyê ya pirreng misoger dike.
Ji vê derê
Hun dikarin bi awayên cûrbecûr bexş bikin:
Bi rêya hewaleyê ji bo hesabê Radyoya Serbixwe:
Freies Radyo Wüste Welle
VR Bank Tübingen
IBAN: DE07640618540045925003
BIC: GENODES1STW
Bi rêya Bexşên Paypal’ê
Hun dikarin bexşên xwe ji bacê bikşînin!
Offene Sendplätze (Demên weşanên vekirî)
Hun naxwazin berpirsiyariya bernameya xwe ya birêkûpêk bigirin, lê dîsa jî hun dixwazin li Freies Radio’yê (Radyoya Azad û Serbixwe) weşanê bikin? Me ji bo vî tiştî Offener Sendeplatz (dema weşana vekirî) ava kir. Li vir hun dikarin mijarên ku hun pê re eleqedar in ji herêmên Tübingen, Reutlingen û Rottenburgê re bi awayekî zindî pêşkêş bikin.
Di dema amadekarî û weşana zindî de em ê bi we re bin.
Hun bi Offener Sendeplatz re eleqedar in? Telefonî me bikin û randevûyekê bigirin: Ji duşemê heta Înîyê di navbera 13:00 û 16:00 de li ser hejmara 07071-760337’an an jî bi rêya e-mailê: buero@wueste-welle.de
Çawa dê bibe – Di 5 gavan de Offener Sendeplatz ( Dema Weşana Vekirî)
Dema ku çêker û bernameyên nû tên cem me em her tim kêfxweş dibin. Hun azad in ku biryar bidin bê hun ê bi kîjan rê û bi kîjan mijaran weşanê bikin, û helbet hun ê bixwe muzîka xwe hilbijêrin.
Li vir hun ê hîn bibin bê hun ê çawa bernameya xwe li Wüste Welle’yê çêbikin:
Gava 1’emîn: Einführungsworkshop (Semînera Destpêkê)
Em ji bo kesên berendamên çêkerên radyoyê û ji bo kesên din yên eleqedar, bi qasî sê mehan carekê, semînera destpêkê li dar dixin. Semînera destpêkê ji hêla weşangerên bi tecrûbe ve tê birêvebirin. Di van semîneran de agahdariya bingehîn li ser teknîkên hevpeyivînê, karanîna alavên tomarkirinê yên mobîl û bernameyên edîtoriya dijîtal, xebitandina studyoya weşanê û amadekirina metnên ji bo axaftina li ser radyoyê tên pêşkêşkirin.
Hun dikarin dîrokên Einführungsworkshop’ê ji vir bibînin. Her wiha hun dikarin yekser ji bo qursan qeyda xwe online jî bikin.
Gav 2’yemîn: Bibe endam
Ji bo bidesxistina destûra weşanê ya li Wüste Welle’yê divê hun bibin endamê Freies Radio Förderverein’ê (Komeleya serbixwe ya Dostên Radyoyê). Mesrefa endamtiyê salê 96 Euro ye an jî bi erzankirinê 84 Euro ye (Erzantiya di ser 18 saliyan) an jî 48 Euro ye. (Erzantiya di bin 18 saliyan).
Gav 3’yemîn: Destûra weşanê bistînin
Piştî ku hun Einführungsworkshop’ê biqedînin û heqê endamtiya xwe ya yekem a salane bidin, hun ê lîsansa weşana xwe bistînin û dûv re hun dikarin bernameya xwe sêwirînin û serlêdana destûrnameya weşanê bikin.
Gav 4’emîn: Serlêdana çêkirina weşana zindî
Hun dikarin serî lê bidin ku salê du caran bi bernameyên nû re derkevin weşana zindî. Ji bo vê yekê divê hun werin civîna lijneya edîtoran û pêşenivîsara bernameya xwe pêşkêş bikin. Hun dikarin dîrokên civînên lijneya edîtoran ji ofîsê û rasterast di semîneran de bibînin.
Heke civîna lijneya edîtoran bi piraniya dengan konsepta we ya weşana we bipejirîne, hun ê dema weşana zindî ya bernameya xwe di adaptasyona din a bernameya weşana zindî de bibînin.
Gava 5’emîn: Derkeve Weşana zindî
Li ser Wüste Welle’yê bi frekansa 96.6 Mhz’an HUN DI WEŞANÊ DE NE! Êdî (tenê) dimîne ku hun weşanê bikin û heke hun li vir tengasiyê bibînin, bê guman di weşanên we yên pêşîn de, ji bo alîkariya we bikin hun ê hinekan bibînin.
Ji bo hun çêkirina radyoyê zanibin, em her tiştê ku hun hewce ne, fêrî we dikin! Ji bo zarok, ciwan, keç*, kal û pîr û astengdaran pêşniyarên me yên taybet hene û di ber wê re projeyên me yên pirzimanî jî hene. Hun dikarin bi radyoyê re hevdîtin bikin û bi bernameyên taybetî yên wekî semîner, atolye û "Sommerferienradio" (radyoya betlaneya havînê) kêfa weşangeriya radyoyê derxînin.
Kesên ku bixwazin bernameya Wüste Welle’yê bi bernameya xwe dewlemend bike divê pêşî beşdarî Einführungsworkshop’ê (Semînera Destpêkê) bibin. Ji bo beşdarbûnê zanîna pêşîn ne hewce ye.
Em her sal li ser mijarên wekî DJ’tî, pêşkêşvanî, deng û qanûna medyayê semînerên û atolyeyêncûrbecûr pêşkêş dikin.
Em semînerên xwe ji bo kesên nû destpê dikin, wekî pergalên modulê pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê, her kesên ku eleqedar dibin, xwedî derfet in ku beşdarî qursan wekî modulên cûda an jî wekî qursek yekane bibin. Ji bo bidestxistina lîsansa weşana Wüste Welle’yê, pêwîst e ku hun beşdarî hemî modulan bin.
Basisworkshop, xala destpêkê ye. Di vir de bi awayekî çalak çêkirina radyoyê, afirînerî û şahî berbiçav e. Di çar modulên atolyeya paşîn de, zanîna bingehîn a ku di Basisworkshop’ê de li ser mijarên taybetî hatine bidestxistin, kûr û berfireh dibe. Kesên ku demeke dirêj e di radyoyê de weşanê dikin jî dikarin zanîna xwe li vir nû bikin.
Naveroka bingehîn a atolyeyê:
• Freies Radyo (Radyoya Azad û Serbixwe) çi ye?
• Agahiyên di derbarê Wüste Welle’yê
• Qanûna medyayê
• Agahiyên bingehîn yên teknîka studyoyê
• Termên bingehîn: Di radyoyê de axaftin
• Di karanîna amûrên tomarkirina mobîl de zanîna bingehîn
Modula 1’emîn, dersên bingehîn ên rojnamegeriya li Freies Radyo’yê dide. Semîner ji kesên destpêkê û yên pêşketî yên ku dixwazin zanîna xwe kûr bikin re vekirî ye.
Naveroka Modula 1’emîn:
Mijarên Hînkari yên pratîk:
• Dîtina mijaran
• Lêkolîn
• Qanûna medyayê
• Amadekirina nivîsa axaftinê
• Deng û mîkrofon
Modula 2’yemîn li ser sêwirandina bernameya xwe ye. Ez dikarim kîjan forman hilbijêrin, ez çawa dikarim ramanên xwe bicîh bînim? Ez çawa dikarim hevpeyvînan bikim û çawa dikarim bernameyeke radyoyê pêşkêş bikim?
Naveroka Modula 2’yemîn:
• Formên rojnamegeriyê yên ji bo radyoyê
• Bingehên hevpeyivînê
• Li Freies Radyo’yê formên weşanê
• Pêşkêşvan û mêvanên studyoyê
• Hilbijartina muzîkê û pêşkêşkirina muzîkê
• Weşan û edîtoriya online
• Bazara fikr û ramanên weşanê
Di vê modulê de em li aliyê teknîkê dinêrin: Dema pevxistina dijîtal e. Ez çawa dikarim hevpeyvînekê amade bikim an jî çawa dikarim axaftina xwe bi muzîkê re tevlihev bikim? Jingle çawa tê çêkirin û çi fonksiyon jê re hewce ne? Çawa dikarim radyoyeke çêkirî û xelas bû ye montaj bikim?
Naveroka Modula 3’yemîn:
• Xebata bi bernameyên sererastkirina dijîtal
• Bikaranîna odeyên sererastkirinê
• Bi awayekî pratîk projeya sererastkirina dengan
• Rûtînên hilberînê yên Wüste Welle’yê
• Bikaranîna Mediaserver’ê
Niha dem dema rastiya meselê ye! Di Modula 4’an de em ê nîşanî we bidin ka meriv çawa studyoya xwe bikar tîne. Hun ê fêr bibin ka meriv çawa ji destpêkê heya dawiyê weşanek zindî plansaz dike û hilberîne. Li vê derê her tiştê ku hun heya niha fêr bûne û hinekî jê bêhtir hun ê bikar bînin. Slogana vê modulê "WEŞANA ZINDÎ" ye!
Naveroka Modula 4’emîn:
• Destpêka teknîka studyoyê
• Bikaranîna studyoya weşanê
• Plankirin û hilberîna weşana zindî
Em bi awayekî rêkûpêk di perwerdehiya edîtorî û medyayê de staj û pozîsyonên BFD’yê pêşkêş dikin. Zanîna Almanî tê xwestin an jî bi kêmanî zanîna Îngilîzî pêwîst e.
JETZT AUF
SENDUNG
LOKALMAGAZIN
Live
Eure Infoalternative für die Region :: Aktuelle Meldungen, Veranstaltungen und Stimmen :: Interviewgäste aus der Region.Tonrausch
Takte, Töne, Tempi - Klassik, Jazz, Folk... ausgesucht und...
Diff Radio Café
GIANCARLA UND DITE INTERVIEW: CARLO. WIE ES ZU DER KÜNSTLERISCHEN...
Offener Sendeplatz
Offene Sendeplätze für betreutes Senden: Für...